
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên xwe gundê Mielek û rêya M4 topbaran kirin.
Vê êvarê jî Meclisa Leşkerî ya Minbicê hewldana çeteyên dewleta Tirk a dagirker li gundê Hoşeriyê yê bakurê Minbicê têk bir.
Leşkerên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Mielek ê bakur rojavayê navenda navçeya Eyn Îsa û rêya M4 bi çekên giran topbaran kirin.
Di seatên nîvro de jî, gundê Hoşan yê navçeya Eyn Îsa û rêya M4 hatin topbaran kirin.
Meclisa Leşkerî ya Minbicê hewldana çeteyan li gundê Hoşeriyê têk bir
Li aliyê din, Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê di daxuyaniyekê de ragihand:
Çeteyên Mertala Firatê hewl-dan bikevin nuqteyên Meclisa Leşkerî ya Minbicê yên li gundên Hoşeriyê, lê Şervanan bersiva hewldanê dan û hewldan têk birin.