Rêjîma Îranê li ser sînor kolberek kuşt

Rêjîma Îranê li ser sînorê Rojhilatê Kurdistanê carek din êrişî kolberan kir. Di encama êrişê de kolberek hate kuştin.

Li gorî Kolbernewsê, duh hêzên rejîmê li herêma Hengejal ya ser bi parêzgeha Sine, êrişî komek kolber kirin.

Hat diyar kirin di encama êrîşê de kolberê bi navê Umêd Xizrî ê 47 yê ji Mahabadê hate kuştin û kolber Ferhad Îsmaîl ê 18 jî birîndar bû.

Li gorî nûeya Kolbernewsê di 30’ê Tîrmeha borî de jî di encama êrişeke li herêma Pîranşarê de 2 kolberên bi navê Mihemed Çukel û Mihemed Hisên Zade birîndarbûn.

Back to top button