ÇETEYAN ÊRÎŞÎ ŞÊNIYÊN BABÊ KIR Û GELEK SIVÎL BIRÎNDAR KIRIN

Li herêma Babê ya dagirkirî, çeteyên Dewleta Tirk bi hev ketin.. Di encama şerê ku çend saetan de dom kir; 2 sivîl birîndar bûn. Li dijî van kiriyarên ku sivîl dibin qurabaniyên wan û dagirkeriya Tirk şêniyên Babê daketin qadan û nerazîbûna xwe nîşan dan..Li vir çeteyan, êrîşî xwepêşandanê kir, û gule li sivîlan reşandin. 

 

Li herêmên di bin dagirkeriya Tirkiyê de tevliheviya ewlehiyê roj bi roj zêdetir dibe.

26’ê Tebaxê li van herêman şerekî berfireh rû da.

Bi taybet li gundê Sosyan a li bakurê rojavayê bajarê Babê şer zêde bûye.

Vê sibehê jî şer derbasî hundirê taxên bajar bû û bi taybet li Kolana Kornîş.

Şer di navbera çeteyên girêdayî artêşa Tirk a dagirker de rû da.

Di encamê de 2 zarok birîndar bûn.

Hemwextî vê yekê bi dehan şêniyên bajarê Babê li dijî binpêkirinên dewleta Tirk daketin qadan û xwepêşandanek lidar xistin.

Li gorî çavkaniyên herêmî teqez kir ku çete bi guleyan xwepêşandêran kirin hedefa xwe û di encamê de gelek sivîk birîndar bûn.

Lê heya niha hejmara birîndaran û rewşa wan nehatiye zelalkirin.

Heman çavkaniyê da zanîn ku çeteyan qedexeya derketina derve li bajarê Babê ragihand.

Her wiha ji ber şer, şewat û zirar di mal û milkên sivîlan de çêbûn.

Heta amadekirina vê nûçeya jî şer dewam dikir.

 

Leave a Reply

Back to top button