MSD: Helwesta Îtîlafê ya li dijî vexwendinê li ser daxwaza Tirkiyê ye

MSD’ê helwesta “îtîlafê” têkildarî vexwendina Fransayê ji MSD’ê û Rêveberiya Xweser re şermezar kir

MSD’ê helwesta ji daîreya ragihandin û tevna civakî ya qaşo îtîlafê ji kîn, reşkirin û hinardekirina dîmenên derew û axaftina bi zimanê welîtiyê li ser dewletên mezin mîna Fransa hatiye nîşandan, şermezar kirin.

Her wiha tê zanîn ku ew helwesta Îtîlafê pêkanîna fermanên rejîma Enqereyê ye.

MSDӐ di daxuyaniya xwe de wiha got:

“Em hişyarî li ser çi hedefgirtina serweriya Sûriyê didin û bang dikin ku sûcên çeteyan ên ku li ser dagirkeriya Tirk tên hesibandin eşkere bikin û wan li ser sûcên ku li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin muhasebe bikin, bi taybet Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî.

Di demekê de ku dibînin nêzbûna civaka navneteweyî ji projeya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê re êdî di vê dawiyê de bi pêş ve diçe, nîşaneya vê yekê jî vexwendina fermî ya serokatiya Fransayê ji MSD’ê û Rêveberiya Xweser re ye.

Li gel wê jî beşdaran di civînê de israr kir ku divê çareya siyasî ji krîza Sûriyê re li gorî biryara 2254’an be.

Back to top button