Serdana Wezîrê Hundir yê Tirkiyê bo Efrîn û Ezazê eşkere serweriya Sûriyê binpê dike

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê da xuyakirin ku serdana Wezîrê Hundir yê Tirkiyê bo Efrîn û Ezaza dagirkirî, eşkere serweriya Sûriyê binpê dike.

Rêveberiya Xweser di daxuyaniya xwe de diyar kir ku serdana Wezîrê hindir yê Tirkiye Silêman Soylu di roja cejinê de bo herêmên dagirkirî, nîşan dide ku ya dawî niyaz dike ku wan herêman tev li xaka xwe bike.

Rêveberiya Xweser da zanîn ku serdana navborî, binpêkirinên li herêmên dagirkirî teqez dike û got:

“Em weke Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, em vê serdanê şermezar dikin û banga yekbûna gel û xaka Sûriyê dikin. Bêdengiya navdewletî beramber kirinên Tirkiyê, dihêle bêtir gavên dagirkirinê biavêje. Ji bilî derketina Tirkiye û çeteyên xwe ji herêmên dagirkirî, ti çare nîne”.

Back to top button