PEN a Kurd banga girtina qada hewayî ya Rojava li civaka navnetewî kir

Komîteya Birêvebir ya Giştî ya Navenda PEN’a êrişên dewleta Tirk yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Wargeha Pebaneran ya Mexmûrê û Başûrê Kurdistanê şermezar kirin û bang li hêzên navnetewî kir ku qada hewayî ya Rojavayê Kurdistanê ji balafirên dewleta Tirk re bigire.

Komîteya Birêvebir ya Giştî ya Navenda PEN’a Kurd êrişên dewleta Tirk yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Wargeha Pebaneran ya Mexmûrê daxuyaniyek nîvîskî weşand.

Daxuyaniya Komîteya Birêvebir ya Giştî ya Navenda PEN’a Kurd wiha ye:

“Wek dewleteke ku hebûna xwe di tunekirina Kurdan de dibîne, dixwaze qirêja xwe ya nava xwe bi xwîna Kurdan bişo.

Li her beşên Kurdistanê bi reşkujî, bombebaran bi rêbazên hovane yên dermirovî tevahiya mafên Kurdan binpê dike û bi awayekî eşkere dixwaze Kurdan tune bike.”

PEN’a Kurd da zanîn ku li hemberî van kiryaran di serî de rejîma Sûriyeyê, tu hêzeke din dengê xwe nake û domand:

“Li Rojava sûrîye dengê xwe nake, hezên navneteweyî ji wê sûcî re çavên xwe digre.

Dîsa ligel ku di binê çavdêrî û parastina Netewên Yekbûyî de ye û bi her awayî qadeke sîvîl a jiyanê ye, êrîşên giran yên li ser sîvîlên li Wargeha Penaberan ya Mexmûrê didomin.

Pen a Kurd: Li hemberî dagirkerî ya Tirkiyê yekitiya Kurdan xurt bikin

PEN A KURD herî dawî ew bang kir:

“Wek Navenda PEN’a Kurd, em bangê li tevahiya rayedar, berpirs, sazî û dezgehên navneteweyî, raya giştî ya cîhanê dikin ku li hemberî êrîşên dewletên dagirker, piştgiriyê bidin Kurdan.

Ji bo girtina qada hewayî ya li Rojavayê Kurdistanê dengê xwe berz bikin.

Her wiha em bang li tevahiya Kurdan dikin ku ji bo xurtkirina yekîtiya Kurdan bixebitin.”

Back to top button