Fîlîz Bûdak: Hûn nikarin me tune bikin

Gelê Wargeha Mexmûr piştî êrîşê daketin qadan û teqezî bi domandina berxwedan û têkoşînê kirin.

Hevseroka Meclîsa Gel ya wargehê Fîlîz Bûdak li vir dibêje:

“Erdoganê ku xwe weke xelîfeyê Îslamê pênase kiriye îro êrîşî cihê îbadetê olî mizgeftê dike.

Ji bo rezîl bûn û bêçaretiya xwe ya li Enqereyê veşêre bê perwar êrişî gelê Kurd dike.

Ev 4 rojin li rojava didin, Niha jî li wargehê dan.”

Fîlîz teqezî bi domandina berxedanê kir û got:

“Emê bi rûhê heval Erdal û Rojhat vê têkoşînê bidomînin hûnê nikaribib me têkbibin wê teqez serkeftin ya me be.

Ger rehetî ji me re nebe, wê ji wan re jî nebe.”

Mamosteyê olî Beşîr Gabarî jî got:

“Dewleta Tirk ji rewşa mirovbûnê derketiye, Bûye dewleta herî qirêj û xwedî ruhê hovane ya cîhanê.

‘Heta ku hestiyên me jî bihelin emê li ber xwe bidin. Kes nikare ne tekoşîna me ne jî berxwedana me rawestîne.”

Back to top button