Çeteyan li navçeya Şiyê jineke 80 salî kuşt

Li Efrînê kirinên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi dawî nabin û vê carê jinek 80 salî revandin û kuştin. Çeteyan her wiha 3 kur û neviyê wê jî revandin. Navenda Belgekirina Binpêkirinan li Bakurê Sûrî jî diyar kir ku “di vê mehê de, 34 kes li Efrînê hatine revandin”. 

Rêxistina mafê mirovan a Efrînê ragihand ku çeteyên ‘Semerqand‘ ên dewleta Tirk a dagirker, jina bi navê Fatme Kinih a 80’ê salî ya ji gundê Hêkiçê yê navçeya Şiyê kuştin.

Çete ji bo dizîna zêr û pereyan, bi ser mal Fatmê de girt û ew xeniqandin.

Rêxistinê da zanîn ku “piştî wê, çeteyan kurên wê yên bi navê Mihemed, Fewzî, Henan û neviyê wê yê bi navê Fewzî yê 25 salî revandin.

Çeteyên dewleta Tirk bi bihaneya lêpirsînê, jimarek jin û şêniyên gund jî revand.

Çeteyan Jina Êzdî piştî êşkencekirina 40 rojî berda

Heman rêxistinê diyar kir ku “çeteyan jina Êzidî ya bi navê Gulê Xelîl Cindo ya ji gundê Birc Ebdelo yê Şêrewa, piştî revandina wê bi 40 rojî berdan.

Li gorî Rêxistina Rêxistina mafê mirovan a Efrînê, Gulê bi giranî hatibû êşkencekirin.

Beriya vê bi demekê, çeteyan keça Gulê ya bi navê Xezelê Betal Selmo jî revandibûn û piştî 41 rojan ew berdan.

Di vê mehê de, 34 sivîl hatine revandin

Navenda Belgekirina Binpêkirinan li Bakurê Sûrî jî, bîlançoya binpêkirinên vê mehê, eşkere kir, ku heya niha 34 kes hatine revandin û çarenûsa hinekan ne diyar e.

Çeteyan ji navçeya Cindirêsê 5 kes revandin.

10 kes ji gundê Ba’îdîna û Şûrbe yê Mabetayê.

Ji gundê Hesen û Me’îmila yê Recoyê jî 2 kes.

Li navçeya Bilbilê, jinek û 10 kes ji gundê Kotana.

û Li Şiyê jî, 12 ciwanên Kurd hatin revandin.

Çeteyan 19’ê Nîsanê jî Dr. Fihmî Ebdo ji gundê Metîna yê Şerayê revand û li navçeya Şêrewa jî 9 kes ji gundê Birc Heyder hatin revandin.

Back to top button