CÎK alîkarî ji mexdûrên erdhejê komkir

Civaka Îslamî ya Kurdistanê (CÎK) alîkariya ji 292 hezar Euroyî ku ji bo mexdûrên erdhejê kom kir, radestî Heyva Sor a Kurdistanê kir.

Civaka Îslamî ya Kurdistanê (CÎK), pêngava alîkariyê ya ji bo mexdûrên erdhejê dabû destpêkirin didomîne.

Serokê Giştî yê CÎK’ê Ahmet Hafiz Tûrhalli û rêveberiya CÎK’ê li Navenda Heyva Sor a Kurdistanê alîkarî radestî rêveberiya Heyva Sor a Kurdistanê kirin.

Hafiz Ahmet Tûrhalli têkildarî pêngava alîkariyê wiha bang kir:

“Em bang li mirovan dikin ku ji bo mexdûrên erdehejê em hem erka xwe ya olî hem jî ya neteweyî bi cih bînin.

Tûrhalli tekez kir ku ji roja destpêkê ya erdhejê ve CÎK pêngava alîkariyê dimeşîne û alîkariya tê komkirin jî bi rêya navendên krîzê gihandine mexdûrên erdhejê.

Berdevkê Heyva Sor a Kurdistanê Mûrat Vargun jî axivî û got:

“Em spasiya CÎK’ê dikin ji ber vê alîkariyê.

Ji bo dawî li mexdûriyeta gelê xwe bînin em bi hemû derfetên xwe kar dikin.

Em bang li gelê xwe dikin ku tevlî kampanyayên piştevaniyê bibe.

Back to top button