Li Iraqê komên bi ser Îranê ve agirbesteke demkî radigihînin

Komên çekdar ên Îraqî yên bi ser Îranê ve, agirbestê radigihînin û êrîşên xwe yên li ser berjewendiyên Amerîkî radiwestînin.

Berdevkê koma Ketaib Hizbullah Mihemed Mihiyî diyar kir, ku wan li ser agirbesteke demkî erê kiriye, lê bi mercê ku hêzên koalîsyona navdewletî li gorî biryaya parlamena Îraqî ji welêt vekişin.

Mihiyî teqez kir ku eger hêzên Koalîsyonê venekişin, ew ê bi hemû karîna xwe êrîşên xwe dewam bikin.

Ev daxuyanî, piştî teqîna ku li dijî karwanekî koalîsyonê li ser rêya bakurê Bexdayê, bi çend saetan hat dayîn.

Back to top button