KCDK-E: Peymana gelan ji bo me esas e

KCDK-E’yê diyarkir ku di 2’ê Mijdarê Roja Rojava de gelên cîhanê li 7 parzemînan li dijî dagirkeriyê daketiye qadan û ew ê vê helwestê ji xwe re esas bigirin.
KCDK-E got, “Heta ku dewleta Tirk ji xakên Rojava vekişe em ê bê navber li ber xwe bidin û li qadan bin.”

Dîwana Hevserokatiyê ya Kongerya Civakên Demokratîk a Kurdistanê ya Ewrûpayê-KCDK-E’yê der barê êrîşên dewleta Tirk a dagirker û berxwedana gelan a li dijî dagirkeriyê de daxuyaniyek weşand.

KCDK-E diyarkir ku li dijî dagirkerî, qirkirin, guhertina demografiyê û hemû sûcên şer yên dewleta Tirk, gelê Kurd bi biryar e ku heta dawî li ber xwe bide.

KCDK-E’ê destnîşan kir ku di 2’ê Mijdarê de li 7 parzemînên cîhanê bi sed hezaran mirov daketin qadan û bi rengekî dîrokî xwedî li Berxwedanê Rûmetê ya Rojava derketin.

KCDK-E: HETA DAGIRKERÎ TÊK BIÇE EM Ê LI QADAN BIN

KCDK-E ji bo piştevaniya ku di 2’yê Mijdarê Roja Rojava ya Cîhanî de nîşan dane sipasiya xwe li hemû gelên cîhanê kir û weha got:

“Ji bo me peymana gelan esas e, ne ya dagirkeran. Efrîn jî di nav de, heta ku artêşa Tirk ji xaka Rojava a dagirkirî vekişe emê bê navber li ber xwe bidin. Em ê tevî gel û dostên xwe li qadan bin û komployê têk bibin.”

KCDK-E her weha ji hêz û saziyên navnetewî jî xwest ku li dijî dagirkeriya dewleta Tirk gavan biavêjin û nebin hevparê paqijiya etnîkî û sûcên wê yên şer.

Leave a Reply

Back to top button