Serokê hilbijartî yê DYA’yê Joe Biden, nûnerê berê yê Koalîsyona Navneteweyî li dijî DAIŞ’ê Brett McGurk wekî nûnerê Rojhilata Navîn û Afrîkaya Bakur erkedar kir.
Rojnameya “New York Times” û “CNN” ragihandin ku McGurk wekî rêveberekî payebilind ê Konseya Ewlehiya Neteweyî bo Rojhilata Navîn û Afrîkaya Bakur hat hilbijartin.
McGurk 2018’an li dijî biryara Trmup a vekişandina hêzên Amerîkayê ji Sûriyê ji erka nûnerê DYA’ê yêdi Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ’ê de îstîfa kiribû.
Brett McGurk ji rexnegirên êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye.
McGurk bi peyameke li ser hesabê xwe yê twitterê keyfxweşiya xwe anî ziman û wiha got:
Di nava dehsalên dawiyê de bi Serok Joe Biden re min derveta xizmetkirinê dît.
Di vê dîroka zehmet de serokê ku pêwistiya me pê heyî ewe.