Li bajarê Bhandara yê Hindistanê agir bi nexweşxaneyeke zarokan ket, 10 zarok mirin

Li eyaleta Maharaştra ya Hindistanê agir bi nexweşxaneyeke zarokên nû ji dayîk dibin ket. Di encama şewatê de 10 zarokan jiyana xwe ji dest da.

Polîsên Hindistanê ragihandin ku li bajarê Bhandra agir bi nexweşxaneyekê ketiye.

Di encamê de 10 zarokan jiyana xwe ji dest da û polîsan karî 7 zarokan jî xelas bike.

Tê gotin, agir ji ber elektirîkê pêk hatiye.

Rêveberiya nexweşxanê dazanîn ku zarokên jiyana xwe ji dest dayîn ji ber bê oksîjen mane mirine.

Berpirsan xwestin li ser bûyerê lêpirsîn pêk were.

Dadgeha bilind ji ber bûyerên bivî awayî û nexweşxaneyên ku nexweşên vîrûsa corona lê heyî rapor xwestibûn.

Serokwezîrê Hindistanê Narenda Modî bi peyameke li ser hesabê xwe yê twitterê xemgîniya xwe anî ziman.

Back to top button