Zahid Simêla: Dagirkeriya Tirk li herêmê sûcekî şer dike

Dozgerê di Dîwana Edaleta Civakî ya Til Temirê de diyar kir ku guhertina demogafî ya li bajarên dagirkirî sûcekî şer e.

Zahid Simêla anî ziman ku li gorî Peymana Cinêvê ya 4’an a 1949an û madeya 49an koçberkirina sivîl sûcekî şer û dermirovî ye.

Simêla got:

“Dewleta Tirk bi rêya çeteyên xwe demografîya Efrînê diguhere, zêdetirî 300 hezar kurdên sivîl ên Efrînê koçber kirin.

Li şûna wan jî zêdeyî 400 hezar kes li malên wan bi cih kir. Ev yek bi desteka rêxistinên kuwêtî, qeterî û çeçanî pêk tê.”

Dozger Simêla bibîrxist ku civaka navneteweyî bi bêdengiya xwe hevkarê siyasetên dagirkeriyê ye û bang lê kir ku dagirkeriya Tirk ji herêmê derxînin.

Back to top button