Asayîşa Silêmaniyê serê vê sibehê bi ser navenda Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê (Tevgera Azadî) û navenda RJAK’ê de girtin.
Hêzên Asayîşê îdîya kirin ku ferman ji wan re hatiye hemû kesên li herdu navendan derxînin û deriyên wan mohr bikin.
Endamên Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê û Rêxistina Jinên Azad ên Kurdistanê (RJAK) li dijî giritina navendên xwe li ber deriyê nevenda xwe kombûne û nerazîbûn nîşan didin.
Derbarê sedema girtina herdu navendan de agahiyên berfirehtir nehatin bidestxistin.
Asayîşa Silêmaniyê Mijdara 2018’an navendên Tevgera Azadî yên Kelar, Kifrî, Koyê û Ranya girtibûn.