13 rojin rojnamevan Silêman Ehmed ji aliyê PDK’ê ve hatiye revandin û agahî jê nayê girtin.
Li Kurdistanê û derveyî welat nerazîbûn zêde dibin banga berdana wî li PDK’ê tê kirin.
Rojnewsê jî eşkere kir ku PDK ji ewlehî û jiyana edîtorê wan Silêman Ehmed berpirse.
Îro jî li başûr û rojava bertek hatin nîşandan û kiryarên PDK’ê hatin şermezarkirin.
Edîtorê beşa Erebî yê Rojnews’ê Silêman Ehmed 13 roje ji aliyê PDK’ê ve hatiye revandin û agahî jê nayê girtin.
Têkîldarî rewşa wî îro jî ajansa Rojnewsê eşkere kir ku guman û fikarên li ser jiyana Silêman Ehmed zêde dibin û got: “PDK ji ewlehî û jiyana edîtorê ajansa me Silêman Ehmed berpirse.”
Ajansê diyar kir ku ew tawanbariyên Asayîşa Duhokê ya PDK’ê bi tundî şermezar dikin û got:
“Em daxwaz dikin ku aqûbeta Silêman Ehmed di zûtirîn dem de were eşkerekirin û berdan.”
Kerîm Henaş: Silêman Ehmed bi awayekî ne qanûnî hatiye revandin
Nivîskarê Iraqî Kerîm Henaş jî bi heman awayî bertek nîşan da û got: “Silêman Ehmed bi awayek ne qanûnî hatiye revandin û divê di zûtirîn dem de bê berdan.”