Wê MSD’Ê komîteya kesên girtî û revandî ragihîne

​​​​​​​Meclisa Sûriya Demokratîk MSD’ê 28’ê Adara borî bi daxuyaniyekê diyar kiribû ku ew amadeye komîteyekî taybet ji bo eşkerekirina çarenûsa kesên wenda û revandî, ava bikin. Bi vê armancê wê sibe MSD’ê daxuyaniyeke çapemeniyê lidar bixe û avakirina vê komîteyê ragihîne.

Derbarê mijarê de Buroya Ragihandinê ya MSD’ê vexwendnameyek ji bo hemû dezgehên çapemeniyê belav kir.

Li gorî vexwendnameyê, wê daxuyanî saet 11’ê Sibê li parka Xwendin ya li Qamişlo were dayîn.

Di daxuyaniya çapemeniyê de wê avakirina komîteya kesên girtî û revandî were ragihandin.

Li gorî biryara navneteweyî ya jimara (2254) ya taybet bi Sûriyê, divê girtî werin berdan.

Ji bo bicihanîna vê bangê, MSD’ê 28’ê Adara borî bi daxuyaniyekê bang li hemû aliyên Sûriyê kir ku girtî û kesên revandî berdin û çarenûsa kesên wenda eşkere bikin.

Her wiha diyar kiribû ku ewê di demek nêz de rêzetedbîr girtine eşkere bike.

Back to top button