Fermandarê Giştî ya Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê Mezlûm Ebdî da zanîn ku êrişên dewleta Tirk li ser Dêrikê dikevin asta ragihandina şer. Ebdî got: Kaolîsyona Navneteweyî berpirsê qedexekirina êrişên dewleta Tirk e.
Fermandarê Giştî yê Hêzên sûriya Demokratîk (QSD) Mezlûm Ebdî bi twittekê got:
“Di encama bombebarankirina dewleta Tirk li ser Endîwer û Dêrikê 2 sivîl û 2 şervan şehîd bûn û zirar bi binesaziya giştî, bendava avê û stasyona kehrebê bû.
Ev êriş dikevin asta ragihandina şer, sivîlan bi xeteriyê re rûbirûyî dihêle û şerê me yê li dijî DAIŞ’ê qelse dike.”
Ebdî got: Bi zêdebûna gefên terorê re, hevalbendên me yên koalîsyonên beşeke mezin ji berpirsyariya qedexekirina mîna van êrişên Tirkiyê hildigire.