Amerîka Tirkiye li ser gotinên Erdogan ên kirîna S-400 ên nû hişyar kir

Serokomarê Tirkiye Erdogan ji çapemeniya Amerîkayê re bi eşkere got, ew ê beşa duyemîn ya S-400’ên Rûsî bikire.
Li dijî vê yekê, ji Koşka Spî daxuyaniyek hişyariyê hat kirin.
Koşka Spî got, li hember kirîna çekên nû yên Rûsî wê pêkanîn jî hebin.

Li gorî rojnameya Kathimerini ya Yewnanistanê, piştî ku Erdogan ragihand ku welatê wî niyet dike beşekî din ji moşekên pergala parastina hewayî S-400 ji Rûsya bikire.

Washingtonê hişyarî da ku ev gav wê bibe sedema ferzkirina cezayên nû li Enqereyê.

Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Amerîkayê ji kenaleke Yewnanistanê re wiha got:

Em ji Tirkiyê re zelal dibêjin, kirîna çekên nû yên Rûsya wê bihêle ku cezayên CAATSA (qanûna têkoşîna li dijî dijberên Amerîkayê 2017) yên nû bên ferzkirin.

Rayedarên Amerîkî bang li Tirkiyê kir ku moşekên S-400 li cem xwe nehêle û pêdiviyên leşkerî yên din ji Rûsyayê nekire.

Back to top button