Reqa-Kombûna Jinan a Zenûbya li dijî tecrîdê şanoyek pêşkêş kir

Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbya li Reqayê têkildarî rola dewletên ku di komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan de cih girtine, şanoyek pêşanda.

Bi dehan xelkê Reqayê, endamên Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbya şaxên Reqa, Tebqa, Minbic û Dêrazorê, meclis û partî û ciwan tevlî çalakiyê bûn.

Çalakî li Parka El-Reşîd a Reqayê li dar ket.

Şanoya ku di çalakiyê de hate pêşkêşkirin derbarê komploya navnetewî ya li dijî rêber APO de bû.

Her jinek ala dewletên komploger, Rûsya, Sûriye, Amerîka, Yewnanistan, Kenya, Misir, Tirkiye, Brîtanya, Almanya, Îtaliya û PDK’ê hildan û rola wan di komployê de şîrovekirin.

Lîstikvanan bi vî rengî şano pêşkêş kirin.

Amerîka: Divê şerek di navbera Kurd û Ereban de çêbibe, na divê şer di navber tevahî gelên Rojhilata navîn de çêbibe.

Tirkiyê: Min digot qey bi girtina Rêber Abdullah Ocalan dê karibim ji nû ve empratoriya Osmanî vejînim, lê belê her ku zindan lê teng dibe, şewqa felsefeya wî bêhtir belav dibe

Rûsya: Berjewendiyn min di ser her tiştî re ne, min biryar da ku rêber APO li tu dewletê pêşwazî nekin.

Ev şano dê li bajarên Tebqa, Reqa, Mibic û Dêra Zorê jî were pêşkêşkirin.

Back to top button