Di xwepêşandanên li Rojhilat û Îranê de 700 kes hat girtin

Di salvegera Jîna Emînî de li Rojhiltê Kurdistanê û Îranê xwepêşandan hatibû lidarxistin.
Hate hînbûn, hêzên Îranê piştî xwepêşandanan herî kêm 700 kes girtine.

Li bajarên rojhilatê Kurdistanê û Îranê bi hezaran kes ji bo salvegera yekemîn a Jîna Emînî çalakî li darxistibûn.

Li gelek bajaran welatiyan deriyê dikanên xwe venekirin û neçûn ser kar.

Hate hîn bûn ku hêzên Îranê piştî çalakiyan dest bi girtina gelek kesan kiriye.

Li gorî agahiyan herî kêm 700 kes hatine girtin.

Malbatên kesên hatin gitin xwestin derbarê wan de agahî bigirin lê hêzên Îranê agahî nedan wan.

Piştre hêzên Îranê êrişî malbatan kirin û gelek kes birîndar bûn.

Back to top button