Çalakiya konvedanê a li dijî tecrîdê li Dirbêsiyê bi dawî bû

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê duh, ji bo şermezarkirina tecrîda li dijî Rêber Apo çalakiyeke konvedanê destpê kiribûn.
Îro ew çalakî bi xwepêşandan û daxuyaniyan bi dawî bû.

Çalakî bi dirûşma ‘Azadiya Rêber Apo misogeriya aştiyê li Rojhilata Navîn e’ li navçeya Dirbêsiyê hatibû lidarxistin.

Di roja duyemîn a çalakiyê de, teqezî bi berdewamkirina têkoşînê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hate kirin.

Di roja dawî ya çalakiya konvedanê de, beşdaran xwepêşandanek li dar xistin.

Piştre hevserokê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) şaxê navçeya Dirbêsiyê Mihemed Xelef axivî.

Xelef tecrîda li dijî Rêber Apo şermezar kir.

Xelef bang li pêkhateyan kir ku raman û felsefeya Rêber Apo bi awayekî teorî û praîtkê pêk bînin.

Endama Rêveberiya Kongra Star Fatme Keleş jî got:

“Rêber Abdullah Ocalan ji bo ku pêkhate û jin di nava aştiyê û azadiyê de bin, fedakariyên mezin kir.”

Back to top button