Bijîşkên herêmê ji ber germa zêde hişyarî dan û ji welatiyan xwestin ku di saetên nîvor dernekeven derve.
Pîleya germahiyê li tevahiya cîhanê bilind bûye.
Li Bakur û Rojhilatê Sûrî jî zêde bûye û heta 47 dereceyan derketiye.
Bijîşkê nexweşiyên Hundirîn Egîd Elî ji ber germa zêde hişyarî da û got:
”Mirovên bi nexweşiya şekir, tansiyonê ketibin û dermanan dixwin, germahî zêdetir bandore li wan dike.
Zarokên kêmî 4 salan û welatiyên ji 65 salan mezintir jî bandoreke zêde li wan dibe.
”Di navbera saet 10.00 û 16.00’an de bandora tavê dijwar e, divê welatî di van saetan de li ber tavê nemînin.”
Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) jî 21’ê Tîrmehê hişyariya belavbûna nexweşiyên ji ber germahiyê dabû.



