Hikumeta Netanyahu li ser kar e

Êdî li Îsraîlê hikumeta nû ya bi serokatiya Netanyahu li ser kar e.
Hîna Netanyahu nehatî, peyamên ku wê aloziya li welat dijwar bibe xwe da der.
Di xala pêşîn ya peyama lîderê Îsraîlê de careke din dijminahiya Îranê hebû.

Serokwezîrê Îsraîl Benjamin Netanyahu yê ku wê 4 salan welat birêve bibe îro sondxwar û dest bi kar kir.

Netanyahu di axaftina xwe ya li Knesset (Parlamentoya Îsraîlê) de, berî sondxwarinê rêzikên bernameya hikûmeta xwe ya nû nirxand.

Bi axaftinên Netanyahu re li eywana Knessetê bertekên li dijî Netanyahu derketin.

Bi derbasbûna demê re hêzên ewlehiyê çend kes ji salonê derxistin.

Netanyahu yê 73 salî, ji dijberên xwe re got;

Yekem serweriya pergalek demokratîk pejirandina encaman ji aliyê windaker ve ye.

Di dîroka welat de, cara yekeme ku hikumetekî ewqas muhafezekar tê avakirin.

Peyama hikumetê rêgirtina li ber Îranê ye.

Ji ber peyamên nîjadperestî yên Netanyahu ji aliyê Hemas ve bertek derket.

Hemasê ragihand ku li dijî wargehên Filistînî yan ger bicihkirinên derqanûnî pêk werin emê berxwedanê dijwar tir bikin.

Back to top button