Li Kurdistanê li dijî çekên kîmyewî koalisyon hat avakirin

Li dijî bikaranîna çekên kîmyewî ji alîyê Dewleta Tirk ve, ”Koalîsyona li dijî çekên kîmyewî hat avakirin.”
Koalîsyon îro bi daxuyanîyekê avabûna xwe ragihand û da zanîn di derbarê bikaranîna çekên kîmyewî de wê lêkolînan bikin û encamê wê jî pêşkeşî Neteweyên Yekbûyî bikin.

Têkildarî nerazîbûnên li dijî bikaranîna çekên kîmyewî ji alîyê Dewleta Tirk ve, gaveke din ya nû hate avêtin.

Li dijî vî sûcê mirovahîyê, îro bi daxuyanîyekê koalîsyona li dijî çekên kîmyewî avakirina xwe ragihand

Ev koalîsyon ji alîyê sazîyên Hewildana Aşitîyê ya ji bo Kurdistanê, Kampanya li dijî Krîmînalîzekirina Civakê û Parastina Kurdsitanê ya li Îngîlîstanê ve tê destekkirin.

Heman navenda vê koalîsyonê jî li Îngîlîstanê ye.

Ev koma ku ji rojnameger, sîyasetmedar û zanyaran pêk tê, armanç dike ku li heremên çekên kîmyewî hatine bikaranîn lêkolînan bike û bi kesên ji van çekan bandor bûne hevdîtînan pêk bîne.

Heyeta ku piştî lêkolîn û hevdîtinên xwe pêkanîn, dê encamên raporên xwe pêşkeşî Neteweyên Yekbûyî yê li Cenevrê bike.

Koalîsyonê di daxuyanîya xwe ya îro de bal kişande ser operasyonên artêşa Tirk yê li Başûrê Kurdistanê û bikaranîna çekên kîmyewî ya di van operasyonan de û got: ”Em bang dikin ku hûn bêdengîya xwe xera bikin.”

Koalîsyonê da zanîn ku hikûmeta Îngîlîstanê 70 lîsansên çekên kîmyewî yên fosfor daye Tirkiyê û Îngîlîstanê weke hevkarê vê sûcê binav kir û wiha dewam kir:

”Tirkîye ku endamê NATO ye, li dijî gelê Kurd çek û gazên kîmyewî bikartîne.

Bêdengîya Îngîlîstanê ya li dijî vê yekê nayê qebulkirin.

Divê Îngîlîstan bi lez hemû peymanên bi Tirkîyê re betal bike û firotina çekan qedexe bike.”

Koalîsyonê di dawî de dîyar kir ku dê rojên pêş dê heyeteki jî bişînin Başûrê Kurdistanê û bi rayedarên heremê, PDK, YNK û rayedarên payebilin yên Sefaretxaneya Îngîlîstanê re hevdîtinê pêk bînin.

Back to top button