YRK: Em ê şopdarên rêya Rênas Roj bin

Yekîneyên Parastinê yên Rojhilatê Kurdistanê bi daxuyaniyekê ji fermandarên YPG’ê Rênas Roj bîranî û sersaxî ji gelê Rojhilatê Kurdistanê xweset û got, ”Bi hêza ku me ji hevrê û fermandarên mîna Rênas werdigirin em ê gelên xwe û demokratîkkirina Îranê misoger bikin”.

Fermandariya Yekîneyên Parastinê yên Rojhilatê Kurdistanê (YRK) ji bo fermandar Rênas Roj daxuyaniyek da û got,

”Dewleta Tirk careke din bi alîkariya dewletên navneteweyî êrîşî Rojavayî Kurdistanê kir, di encamê de şehîd çêbûn.

Di nava şehîdan de berxwedêrekî Rojhilatê Kurdistanê hebû, fermandarê me yên mezin hevrê Rênas Roj şehîd bû”.

YRK’ê destnîşan kir ku heval Rênas ji bo her çar perçeyên Kurdistanê têkoşînek mezin da meşandin.

”Me di şexsê heval Rênas de Rêber Apo nas kir, felsefe û îdeolojiya rêber Apo nas kir.

Di şexsê heval Rênas de fermandartî, hevaltî, jiyan û fikr ê rast nas kir”.

YRK’ê destnîşan kir ku bi hêza ji hevrê û fermandarên mîna Rênas werdigirin wê gelên xwe û demokratîkkirina Îranê misoger bikin.

”Em weke tevgera Apoyî, tevgereke şehîdan e, em bedelan didin, şehadetên me tu carî me lawaz nakin, berevajî me xurt û mezin dikin.

Çawa ku şehîdên me yên qehreman em anîn van rojan, em ê ji bîranînên şehîd Rênas encamên rast derxin û ji xwe re bikin çavkaniya hêz ê.”

YRK’ê anî ziman ku heta azadiya gelê xwe û pêkanîna armancên şehîdan em ê li li ser riya şehîd Rênas bimerşin.

Fermandariya Yekîneyên Parastinê yên Rojhilatê Kurdistanê sersaxî ji malbata şehîd Rênas û gelê Rojhilatê Kurdistanê xwest.

Ji fermandarên YPG’ê Rênas Roj 19’ê Tebaxa 2021’an di encama êrişa balafirê keşfê yên dewleta Tirk şehîd bû.

Back to top button