Cemal Şêx Baqî: Encama serdana wezîrê Tirkiyê ne li gorî texmînên Erdogan bû

Sekreterê Giştî yê PDK-S’ê Cemal Şêx Baqî eşkere kir encama serdana wezîrê parastinê yê Tirkiyê Hulusî Akar ne li gorî texmînên Erdogan bû, lewma dîsa dest bi gef û êrîşan kir. Şêx Baqî anî ziman “Piştî gefan dewleta Tirk a dagirker Kobanê, Til Rifet û Başûrê Kurdistanê bombebaran kirin û sivîl kirin armanc.”

Cemal Şêx Baqî, Sekreterê Giştî yê Partiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê (PDK-S) diyar kir ku encama serdana Wezîrê Parastinê yê dewleta Tirk a dagirker Hulusî Akar ne li gor texmînên Erdogan derketiye, ji lew re dîsa zimanê gefan bi kar aniye.

Piştî serdan û hevdîtinên Wezîrê Parastinê yê Tirk Hulusî Akar ên li Bexda û Hewlerê, Erdogan careke din dest bi gefan kir û êrîşên xwe zêde kirin.

Cemal Şêx Baqî der barê van êrîşan, encama serdana Wezîrê Tirkiyê û gefên Erdogan ji ajansa nûçeyan ANHA’yê re nirxandin kir.

Şêx Baqî behsa planên Erdogan jî dike ku dixwaze ji Efrîn heya bi Şengalê bixe jêr destê xwe.

Cemal Şêx Baqî: Serdana Tirkiyê bê encam derket û dîsa dest bi gefan kirin

Sekreterê Giştî yê PDK-S Cemal Şêx Baqî eşkere kir, dewleta Tirk a dagirker piştî gefan, Kobanê, Til Rifet û Başûrê Kurdistanê bombebaran kirin û sivîl kirin armanc.

Beriya niha gelek caran Erdoganê dagirker gefên êrîşan li herêmê xwariye, êrîş kiriye, gelek komkujî û sûc li pêş çavên cîhanê jî pêk aniye, lê ya dawî ji bo sekindandina wî qet neliviyaye.

Back to top button