PYD: Hêza me ya xweser misogeriya serkeftinê ye

Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) bi daxwiyaniyekê salvegera 19ʹemîn a damezirandina xwe pîroz kir..
PYD girîngiya birêxistinkirina gel li gorî şerê gel ê şoreşgerî destnîşan kir .

Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) bi boneya salvegera 19ʹemîn a damezirandina xwe, peyamek weşand.

PYD’ê daxwiyaniya xwe de salvegera damezirandina Partiyê li tevahî mirovahiyê pîroz kir ..

PYD’ê got :

“Partiya me li ser daxwaza gelê me ji bo çareserkirina pirsgirêka kurdî hat avakirin.

Partiya me xwe dispêre rêgeza neteweya demokratîk ..

Di aloziya Sûriyê de, partiya me stratejiya xeta sêyemîn di siyasetê de danî û xwe spart hêza xweser ..

Di hemû pêvajoyan de helwesta partiyê nîştimanî û demokratîk bû ..

Li hemberî hemû hewldanên hedefkirina yekitiya pêkhateyên herêmî sekinî.”

PYD: Partiya me rola pêşeng di damezirandina Rêveberiya Xweser de pêk anî

PYD’ê di dewama daxwiyniyê de pehsa rola pêşeng ya partiyê û wiha domand :

“Partiya me rola pêşeng di damezirandina Rêveberiya Xweser de pêk anîne.

Ji sedên salan ve cara yekemîn e gel mafê xwe yê xwerêvebirinê bi dest dixîne.

Ev rêveberî serketineke dîrokî ya mezin bû.

Partiya me ji destpêkê û heta niha, partiyeke rizgariyê ye.

Di pêşxistina sîstema hevserokatiyê de û pêkanîna wekheviya zayendî di rêziknameya xwe de pêşeng bû.”

PYD: Pêwîstiya me bi diyalog û çareseriya aştiyane heye

PYD’ê destnîşan kir ku ji destpêka aloziya Sûriyê ve, partiya me ji piştevanên yekemîn yên hêzên xweprastinê bû û ev yek anî ziman:

“Destpêka aloziya Sûriyê, me teqez kir ku vebijêrka leşkerî tu çareseriyan bi xwe re nayne.

Lê belê pêwîstiya me bi diyalog û çareseriya aştiyane heye.

Em teqez dikin ku rêya yekane ya çareserkirina aloziya Sûriyê çareseriya siyasî ya li ser bingehên demokratîk e. ”

PYD: Em soz didin gelê xwe ku em ê kar bikin

Partiya Yekitiya Demokratîk PYD’ê dawiya daxwiyaniyê de ev yek got :

“Em di rewşeke şer de ne, gefên rasterast li ser me hene.

Divê gelê me nas bike ku em tevahî zehmetiyan pê re parve dikin.

Em careke din soz didin ku em ê kar bikin ..

Em di wê baweriyê de ne ku hêza me ya xweser têrê dike ku serkeftinê mîsoger bike..”

Back to top button