Li Jêrzemînan tirs û li sînorê welat bi hezaran kes koçber bûne

Li nava Ûkrayna tirseke zêde heye.

Bi hezaran kesî berê xwe daye sînorê welatên cîran.

NY ragihand ku ev jimar 120 hezar derbas kiriye.

DYA, Çekya û Holanda wê çekên nû ji bo Ûkrayna bişînin.

Serokomarê Fransa Macron jî got:

Ev şer wê bidome û hemû krîzên ku pê re bên, wê encamên mayînde bi xwe re bîne.

Ji ber şerê li welat, Ûkraynî xwe di jêrzemînan de diparêzin.

Tirsa li Ûkrayna li sînorên welat jî xuya dike.

Bi despêkirina tevgera leşkerî ya Rûsya li ser Ûkraynayê re, bi hezaran kesî berî xwe da sînorê welatên cîran.

Li sînorê Silovakya bi hezaran koçberên Ûkraynî kom bûn e.

Ji ber pêla zêde ya koçberan, li Silovakya rewşa awerte hate ragihandin.

Bi sedan kesên ku di nav wan de Tirk jî hene, xwestin bi rêya Deriyê Sînor ê Orlivkayê derbasî Romanya bibin.

Ji ber qerebalixiya heyî 20 kîlometre rêza wesayîtan çêbû.

Guterres: Divê leşkerên Rûsya ji Ûkrayna derkevin

Sekreterê Giştî yê NY’yê Antonîo Guterres jî bi teklîfa ku Konseya Ewlehiyê êrîşa Rûs a li ser Ûkrayna şermezar bike civiya.

Guterres piştî civînê got, ”divê leşker vegerin cihên xwe.”

Li gorî daneyên NY heta niha bêtirî 120 hezar kes ji Ûkrayna koçber bûne.

Zelensky: Ji welatên rojava daxwaza alîkariyê kir

Serokomarê Ûkrayna Volodymyr Zelensky bi daxuyaniyekê xwest ku hêzên Rojavayî li ser mijara alîkariyê bilezînin û zêdetir desteka artêşê bikin.

Bi vê yekê re, Serokê DYA Joe Biden ferman da Wezareta Karûbarê Derve ya welat, bihayê 350 milyon dolar çek ji Ûkrayna re bişînin.

Holandayê ragihand wê 200 moşekên dijî balafiran ên Stîngerê bişînin Ûkranayê.

Hikûmeta Çekya jî pejirand ku bi bihayê 8,6 milyon dolar çek bişînin.

Macron: Wê şer dirêj bike û wê bandora wê domdar be

Fransa ragihand ku li dijî êrişa Rûsya, bi armanca parastinê wê cebilxaneyan bişîne.

Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron derbarê êrîşên Rûsyayê yên li ser Ûkraynayê de daxuyanî da û got:

“Ev krîz wê bidome, ev şer dê bidome û hemû krîzên ku pê re bên, wê encamên mayînde bi xwe re bîne.”

Kremlîn îdia kir ku kîevê danûstandin red kiriye

Divê navberê de Kremlîn, hikumeta Kîevê bi redkirina danûstandinan tewambar kir.

Berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov di daxuyaniya xwe ya ji bo rojnamevanan de, got;

Hikumeta Kîevê pêşniyara danûstandinan redkiriye û hêzên me jî pêşdeçûna xwe didomînin.

Back to top button