HPG bîlançoya şer a meha Gulanê eşkere kir

HPG’ê bîlançoya şer a meha Gulanê eşkere kir. HPG’ê daxuyakirin ku artêşa Tirk a dagirker ji bejahî û hewayî ve bi sedan carî bombe li çeperên berxwedanê barand. Di şer de 54 dagirker hatin kuştin. 13 gerîla şehîd bûn.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekî bîlançoya şer a meha Gulanê eşkerekir.

HPG’ê dazanîn ku hêzên wan bi rengekî fedaî li dijî êrişên qirkirinê şerdikin û ev tişt anî ziman:

“Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ku hêza parastina rewa û îradeya azad a gelê Kurd e.

Ji bo gelê me yê bindest li dijî êrîşên mêtingeran berxwedaneke dîrokî kirin û ev berxwedan hîn jî dewam dike.

Hêzên me li hemberî her cûre êrîşan bedena xwe dikin çeper, bi rengekî fedaî şer dikin û her bihosta xaka Kurdistanê bi îradeyeke mezin diparêzin.

Hêzên me piştî erdheja 6’ê Sibata 2023’an ya li Mereş-Bazarcixê, eşkere kir ku wê li gorî biryara bêçalakiyê ya tevgera me tevbigere û nêzî 4 mehan li gorî vê yekê tevgeriya.

Li gel vê biryara me, rejîma AKP-MHP’ê ya faşîst û artêşa Tirk a dagirker êrîşên xwe dewam kirin.”

HPG’ê diyar kir ku artêşa Tirk a dagirker li dijî çeperên berxwedanê yên gerîla bi çekên qedexekirî û kîmyewî bombe kir, bi vî rengî sûcê şer kir.

HPG: Hevrêyên me bi rûhê pêngava 1’ê Hezîranê bersivdan dagirkeran

Hêzên Parastina Gel HPG berdewamiya daxuyaniyê de wiha got:

“Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê li gel êrîşan hemûyan xwe parastin, li ser bingeha xweparastinê bersiv dan dagirkeran.

Artêşa mêtinger ku bi derfetên xwe yên teknîkî xwest encamê bi dest bixe, nekarî berxwedana hêzên me bişikîne.

Hevrêyên me li Bakur li dijî mêtingerên ku dixwestin Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê tune bikin, bi rengekî fedaî li ber xwe dan.

Li Mêrdîn, Amed û Botanê li ser xeta Şehîdên Meha Gulanê û bi ruhê Pêngava 1’ê Hezîranê bersiva pêwîst dan dagirkeran.”

HPG: Di şer de 54 dagirker hat kuştin, 2 dagirker jî birîndar bûn

HPG’ê destnîşan kir ku artêşa Tirk a mêtinger meha Gulanê çeperên berxwedanê yên gerîla 8 caran bi çekên kîmyewî û bombeyên qedexekirî bombe kir û got:

“Li gel vê yekê çeperên berxwedanê yên li Herêmên Parastinê yên Medyayê
126 caran bi balafirên şer, 11 caran bi helîkopterên êrîşê, 435 caran bi hawan, obus, tank û çekên giran bombe kir.

Di dema êrîşa dagirkeran de şer qewimî.

Di şer de 54 dagirker hatin kuştin, 2 dagirker birîndar bûn.

Di êrîşên dijmin de 13 hevrêyên me şehîd bûn.”

Back to top button