“Emê bi pêkanîna fikrê Rêber Apo tecrîdê bêwate bikin”

Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tecrîda li dijî Rêber Apo şermezar kir.
Jinan destnîşan kir ku divê gelê herêmê ji bo pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî xwe bispêre xwe.

Endama Kongra Star ŞadiyeYûsif tecrîda li dijî Rêber Apo şermezar kir û got:

“Ew tecrîd tunekirina nasnameya gelê Kurdistanê ye.

Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dê têkoşîna xwe bidomînin.

Welatiya bi navê Wesfiye Murad diyar kir ku desthilata Tirk ji mirovahiyê dûr e.

Welatiya bi navê Samiye Xelîl tecrîd şermezar kir û got:

“Em rêya Rêber Abdullah Ocalan bişopînin, tecrîdê bêwate bikin.”

Rêvebera Rêxistina Têkoşîna li Dijî Tundiya li ser Jinan Helîme Osman ev bang kir:

“Pêwîste hiqûqnasan rewşa tenduristî ya Rêber Abdullah Ocalan eşkere bikin.

Der barê heman mijarê de, endama Meclisa Giştî ya PYD Bêrîvan Îsmaîl got:

“Divê gelê herêmê ji bo bidawîkirina tecrîdê xwe bispêre hêza xwe.”

Seroka Desteya Jinan a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Firatê Cîhan Derwîş jî dibêje:

“Divê jin li hember dijmin serî hildin.”

Back to top button