Duran Kalkan: Ti guhertin di polîtîkayên pergala tecrîd û êşkenceyê de nîne

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Duran Kalkan ji Medya Haberê re axivî û bal kişande ser tecrîda li Imraliyê Duran Kalkan diyar kir li dijî pergala tecrîd û êşkenceyê divê li berxwedana Rêber Apo xwedî bê derketin. Kalkan şerê Ukrayna û Rusya jî nirxand û got, wê bandora herî zêde ya vî şerî li Tirkiyê bibe.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Duran Kalkan ji Medya Haberê re axivî.

Duran Kalkan destpêkê bal kişande ser berxwedana dîrokî ya Imraliyê û çalakiyên ji bo azadiya Rêber Apo.

Kalkan diyar kir tecrîda li ser Rêber Apo bi rengekî girankirî didome û wiha got:

Ti guhertin di polîtîka pergala tecrîd û êşkenceyê de nîne.

Komploya navnetewî bi rengekî nûjenkirî didome.

Ya esas têkoşîna li dijî komployê û tecrîdê, ya li dijî siyaseta qiker û faşîst e.

Ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo têkoşîn tê dayin.

Em vê girîng dibînin û divê bêhtir were geşkirin.”

Duran Kalkan: Li dijî pergala tecrîde divê herkes helwesta xwe nîşan bide

Duran Kalkan diyar kir li dijî pergala tecrîdê her kes divê helwesta xwe nîşan bide û wiha dewam kir:

Li dijî pergala tecrîdê ya Imraliyê divê têkoşîn giştî be, hemû rewşenbîr, hunermend, siyaetmedar, partî, her kes divê helwesta xwe aşkere bike.

Divê li berxwedana Rêber Apo xwedî bê derketin û li Cîhanê bê belavkirin.

Duran Kalkan: Şerê Ûkrayna û Rûsya wê tesîreke giran li ser Tirkiyê bike

Di dewamê de Duran Kalkan şerê Rûsya û Ukraynayê jî nirxand û wiha got: ”Di vî şerî de wê rêveberiya Ukraynayê têk biçe.

Çima wiha dibêjim? Ji ber ku rêveberên wiha tim têk çûne.

Rêveberên dema şerê sar, siyaseta dema du blokî ya DYE-Sowyetan, rêveberên ku ji wan weye hê jî wiha ye û li gorî vê tevdigerin.

Dibêjin bila du alî hebin ez xwe bispêrim ser wan.

Rêveberiya Ukraynayê bi vî rengî xwe sparta NATO, Ingilîz, DYE’yê. ”

Kalkan diyar kir şerê Ukrayna û Rusya wê tesîreke giran li ser Tirkiyê jî bike û got:

”Dema ku siyaseta rêveberiya Ukraynayê kete vî halî Tayyîp Erdogan qilqilî, got, gelo dawiya min jî tê.

Jixwe dostê herî qenc ê rêveberiya Ukraynayê Tayyîp Erdogan e, siyasateke weke hev dikirin.

Dor tê ser rêveberiya Tayyîp Erdogan. Her kes vê dibîne.

Niha jî tê gotin ji vî şerî ziyana aborî ya herî mezin piştî Ukrayna wê Tirkiye bibîne.”

Duran Kalkan: Hevdîtinên PDK’ê yên bi dewleta Tirk re nîşana rewşeke ciddî ye

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Duran Kalkan di nirxandinên xwe de bal kişand ser hevkariya PDK ya bi dewleta Tirk re jî û wiha bi dawî kir:

“Hevdîtina ku Nêçîrvan Barzanî li Elmanyayê bi Hûlûsî Akar re kir, nîşan da ku PDK kî ye

Ev hevdîtinên dawîn nîşana rewşeke cîddî ye.

Hûlûsî Akar bi eşkere got, ji bo ku em li dijî PKK’ê têkoşîneke hevpar bikin me biryar stendine.

Raya giştî ya Kurdan ji PDK’ê dixwaze vê rewşê zelal bike. ”

Back to top button