Konseya Rêveber a KNK’ê, Meclisa Kongra Star, MSD`ê û 32 partî û hêzên siyasî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyan êriş şermezar kirin.
Meclisa Kongra Star jî bi daxuyaniyekê êriş bi tundî şermezar kir.
Meclisê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker her tim bi awayekî hovane êrişî Kurdistanê dike û siyaseta xwe ya qirker didomîne.
Meclisê di dawiyê de bang li Konseya Ewlehiyê ya NY’yê kir ku li hember mîna van êrişan berpirsyariyên xwe bîne cih û hesab ji dewleta Tirk a dagirker bipirse.
MSD’ê: Êrişa li dijî Silêmaniyê têkoşîna li dijî terorê asteng dike
Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) jî têkildarî êrişa li dijî balafirgeha Silêmaniyê daxuyaniyek da.
MSD’ê êriş bi tundî şermezar kir û wiha got:
“Dewleta Tirk bi vê êrişê, peymanên navneteweyî bi awayekî eşkere binpê kir.
Dewleta Tirk bi mîna van êrişan, dixwaze rê li pêşiya veguhastina demokratîk û pêkanîna çareseriya siyasî li Sûriyê têk bibe.
MSD’ê diyar kir ku ev êriş, hewldanên têkoşîna li dijî terorê, hevkariya di navbera Iraq, Sûriye û Koalîsyona Navneteweyî de di çarçoveya şerê li dijî rêxistina DAIŞ`ê de asteng dike.”
32 partî û hêzên siyasî êrişa li dijî balafigeha Silêmaniyê şermezar kir
32 partî û hêzên siyasî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, êrişa li dijî balafirgeha Silêmaniyê bi daxuyaniyekê şermezar kir.
Partiyan daxuyand ku ev êriş di çarçoveya sûc û binpêkirinên domdar ên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî serdestiya Başûrê Kurdistanê de pêk hat û armanc dike ku ewlehiya herêmê têk bibe.
Partiyan di dawiya de gotin ku em piştgiriya birayên xwe yên li Silêmaniyê û YNK`ê dikin.