Li seranserî Tirkiye, Bakur û Başûr Kurdistanê 8’ê Adarê hat pîrozkirin

Jinên li Bakurê Kurdistanê Tirkiyê jî, bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li gelek bajaran daketin qadan û gotin:”Em soz didin ku dê ji bo hemû jinan jiyaneke wekhev û azad ava bikin.”

Bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê, li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê jin bi rengê xwe li qadan bû.

Jinên Botanê, bi pêşengtiya Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclisa Jinan a HDP’ê li Silopiya ya Şirnexê meşiyan.

Jin, li Wanê jî bi dirûşma “Dem dema jin, jiyan, azadiyê ye” meşa 8’ê Adarê li dar xistin.

Li Êlihê jî jinan bi pêşengtiya TJA’yê li Parka Yilmaz Guney a Êlihê hatin ba hev û meşiyan.

Tevgera Jinên Azad (TJA) jî bi dirûşma “Piştgiriya Jinan Dide Jiyandin” li ber avahiya HDP’ê ya Mêdînê daxuyanî da.

Bi heman boneyê li Agiriyê jî jin daketin qadan.

Li Hatayê a ji erdhejê weran bûyî jî Jin 8’ê Adarê pîroz kirin û gotin:

Em bihêrs û serhildana xwe piştevaniya jinê dirêsin û dê jiyana nû bi hev re ava bikin.”

Li Îzmîrê jî jin li qadan bû.

Li Silêmaniyê bi dehan jin bi boneya 8’ê Adarê meşiyan.

Jinan bê navber dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ qêriyan.

Li Helebceyê jî bi boneya 8’ê Adarê jinên xwedî kar û berhem hatin xelatkirin.

Jinan bang li hemû jinan kirin ku di hemû qadên bi serdikevin de, serî netewînin.

Bi boneya 8’ê Adarê, jinên Kerkûkê li ber rêveberiya civakî ya Kerkûkê kombûn û daxwazên xwe pêşkêşî aliyên peywendîdar kirin.

Yek ji daxwazên jinan vekirina stargehek ji bo jinên şidet li dijî wan tê kirin bû.

Wargeha Penaberan a Mexmûrê jî bi meşekê 8’ê Adarê pîroz kirin.

Back to top button