Erdogan di 8’ê Adarê de bi dijminê jinê re rûnişt

Serok-komarê Tirkiyê Erdoganê faşîst di 8’ê Adarê de Sultanê Welatê Bruneî yê ku li welatê xwe jiyan ji jina re kiriye dojeh û li welat recima jina xistiye qanûn pêşwazî kir.

Îro 8’ê Adarê roja jinên kedkar ê cîhanî de Sultanê Brunei Hassanal Bolkîah serdana Enqerê kir.

Bruneî Bolkîah ji aliyê şefê faşîst Tayîb Erdogan de hate pêşwazîkirin.

Welatê Brunei yek jî welateke piçûk ê rojhilatê başûr ê Asyayê ye.

Sultanê Bruneî Hassanal Bolkîah di sala 2013’an de bi biryar da ku jin bi recimê ve werin cezakirin

Di sala 2014’an vir ve jî welatê xwe li gor qanûnên şerîatê îslama tudnrew rêvedibe.

Bolkîah yê ku di 15 saliya xwe dewsa bavê xwe welat rêve dibe, yek jî demlemendê cîhanê ye; hemû petrol, xaz û enerjiya welat ji bo monarka xwe bikartîne.

Taybet dewleta Tirk a dagirker ku di qrîzeke aborî ya mezin jiyan dike de di roja 8’ê Adarê kesayeteke ku weke dijminê jinê tê naskirin pêşwazîkirina wê rastiya erdogan careke din nîşan her kesî da.

Back to top button