FBI: Li mala Trump 184 belgeyên veşartî hatin bidestxistin

Mijara serdegirtina mala serokê berê yê Amerîkayê Doland Trump hê jî di rojeva welat de ye.
Buroya Lêpirsîna Federal ragihand ku wan beriya niha li mala Trump 184 belgeyên veşartî bidest xistin.
FBI diyar kir ku belgeyên hatin girtin di asta xeteriyê de ne.

8’ê Tebaxê polîsên Buroya Lêpirsîna Federal bi ser mala serokê berê yê Amerîka Trump de girtin.

Lêgirîn bi gomana ku Trump ji Koşka Spî belgeyên veşartî û taybet ên dewletê bi xwe re birine pêk hat.

Li ser gilî û nerazîbûnên Trump, Wezareta Edaletê Belgeyê Lêgerînê weşand.

Belgeya ku 34 rûpel e ji aliyê FBI ve hatiye amadekirin.

Tê de îşaret bi wê yekê dike ku di encama lêgerînên li nava mala Trump 184 belgeyên veşartî hatin bidestxistin.

Li gorî FBI belgeyên behsa wan tê kirin çavkaniyên îstîxbaratî yên Amerîkayê dixin nava metirsiyê.

Li aliyê din Wezareta Edaletê eşkere kir ku lêgerîna li mala Trump bi ferman û erêkirin wan pêk hatiye.

Back to top button