Şandeya Tevgera Goran: Divê daxwazên Er û Dag bên bicihanîn

Tevgera Goran doh (19 Tîrmehê) li Hewlêrê serdana malbatên Abdurrahman Er û Mazlûm Dag kirin û piştgiriya xwe ji daxwazên Dag û Er re nîşan dan.
Tevgera Goran bang PDKê kir ku daxwazê Dar û Er bi cih bîne.

Mazlûm Dag û Abdurrahman Er li dijî zext, êşkence û ferzkirina cilûbergên yek tîpî di girtîgeha PDK’ê ya Hewlêrê de, îro 64 rojin di greva birçîbûnê de ne.

Malbatên Dag û Er serdana çend partiyên siyasî kirin û partiyên siyasî jî serdana malbatan dikin.

Di vê çarçoveyê de Tevgera Goran serdana malbatên Dag û Er li navenda Nûnertiya HDP’ê ya başûrê Kurdistanê ku li Hewlêrê ye kirin.

Di serdanê de şandeya Tevgera Goran piştgiriya xwe ji daxwazên Mazlûm Dag û Abdurrahman Er re nîşan dan bang kirin ku daxwazên wan bên bicih anîn.

Herwiha dayika Abdurrahman Er, Fatma Er di hevdîtinê diyar kir ku mafên zarokên wan tên binpêkirin bang li hemû aliyan kir ku piştgirî ji daxwazên zarokên wan re bê dayîn.

Dag û Er 63 rojin li dijî zextên PDK ê di gireva birçîbune de ne

Back to top button