Dag û Er 63 rojin li dijî zextên PDK ê di gireva birçîbune de ne

Dag û Er ev 63 rojin li hemberî zexta PDK’ê di greva birçîbûnê de ne.
Rewşa herdû girtiyan gelekî girane.
Tevî vê yekê jî kes dengê xwe nake.

Çalakiya Dag û Er 63 rojin didome û rewşa tenduristiya wan her ku diçe xirabtir dibe.

Heya niha jî derbarê mijarê de rayedarên Herêmê ti daxuyaniyek nedane û bêdengin.

Mazlûm Dag û Abdurrahman Er, ji roja ku xistîn Girtîgeha Hewlêrê û vir ve binpêkirina mafên wan timî dikeve rojevê.

Ji bo derbarê rewşa Mazlum Dag û Abdurrahman Er Însîyatîfa Hevgirtinê Ya Li Dijî Darvekirinê hat ava kirin ..

Lê ew nikarin xwe bighînin rayedarên girtigehê.

Ji ber wê jî hewildanên parêzeran bê encam dimînin.

Tevî gelek bangan jî heya niha rayedarên herêmê li ser rewşa Dag û Er ti daxuyaniyek û helwestek nîşan nedan.

Çalakiya gireva birçîbûne a Mazlum Dag û Abdurrahman Er 62 roj li pey xwe hişt

 

Back to top button