TEV-DEM: Em bang li civaka navneteweyî dikin ku Êzidiyan biparêzin

Êzidî li Kurdistanê û derveyî welêt, her sal mîna vê demê, cejna Êzî pîroz dikin. TEV-DEM’ê ev cejin li civaka Êzidî û pêkhateyên herêmê pîroz kir û bang li civaka navneteweyî kir ku Êzidiyan ji komkujiyan biparêze. 

TEV-DEM’ê bi boneya cejna Êzî daxuyanî da û diyar kir ku ev cejn ji ber lihevkirina di navbera PDK û Bexdayê li ser civaka Êzidî di pêvajoyek hesas û dijwar de tê pîrozkirin.

TEV-DEM’ê anî ziman “ev lihevkirin, ferman û komployên din ji bo tunekirina hebûna Êzidî li herêmê di nava xwe de dinuxmîne.” û hêvî kir ev bone bibe navgîna destpêkirina diyagloga biratî ji bo bidawîkirina xewnên Osmaniyan.

TEV-DEM’ê di dawiyê de li civaka navneteweyî û rêxistinên hiqûqî kir ku berpirsyariyên xwe yên exlaqî bi cih bînin û kêmneteweyên olî û tevahî pêkhateyên herêmê biparêzin.

Back to top button