Daîreya Têkiliyên Derve bersiva daxuyaniya Hikumeta Şamê da

Wezareta Karên Derve ya hikumeta Şamê 18’ê Tîrmehê li ser serdana şandeyeke Fransî ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re daxuyaniyek belav kir.
Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser li ser ′tawanên′ di daxuyaniyê de destwerdan kir û bang li Şamê kir ku dev ji vê xîtabê berde û deriyên xwe ji bo diyalogeke cidî û aktîf veke.

Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser têkildarî daxuyaniya Wezareta Karên Derve ya hikumeta Şamê ku li ser serdana şandeyeke Fransî ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re belav kiriye, daxuyaniyek da.

Daîreyê di daxuyaniyê de got:

Axaftina wezaretê li ser agahî û hûrgiliyên xîtabên wê tu têkiliya xwe bi rewşê re tune ne.

Em Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser van hemû tawanan red dikin.

Di daxuyaniya wezaretê de tê gotin ku ev proje projeyeke qutbûnê ye.

Em diyar dikin ku projeya me neteweyî û Sûriyî ye û tu têkiliya xwe bi çi projeyeke li dijî Sûriyê, yekitiya wê û gelê wê tune ye.

Derbarê li ser pêwîstiya têkoşîna li dijî terorê jî, ev bersiv da.

Gelê me li dijî terorê li ber xwe da û hîna jî bi derfetên xwe û destkeftiyên xwe yên neteweyî û sûriyî li ber xwe dide.

Cîhanê tevahî şahidê destkeftiyên gelê me û QSD’ê yên li dijî terorê bi hevkariya Koalîsyona Navneteweyî kir, tu kes nikare vê yekê înkar bike.

Têkoşîna me herêmên fireh ên Sûriyê ji terorê, parçekirin û berjewendiyên mezbehî parast.

Diviyabû Şam bi cidî li hember kiryarên dewleta Tirk û çeteyên wê yên terorîst, dagirkirin, guhartina nasnameya dîrokî, mirovî û çandî yên herêmên Sûriyê bisekniya.

Hevdîtina bi şandeya Fransî re di çarçoveya xizmetkirina îstîqrarê bi firansiyan re û di çarçoveya baldariya me Ii ser pêkanîna me ya erka xwe ya Sûriyî de bû.

Em vê xîtabê qebûl nakin, divê Şamê deriyên xwe ji bo diyalogeke cidî û aktîf veke û tiştê derketiye jî nakeve xizmetî çareserkirina Sûriyê.

Daîreya Têkiliyên Derve bang li hikumeta Şamê kir ku bi rewşa Sûriyê bifikre û ji wê zihniyeta xwe ku hîna tu pêşketin di rêveçûna çareseriyê de pêk ne-aniye, derkeve.

Back to top button