Pedersen: wê QSD’ê di komîteyê de nebe

Xebatên Komîteya Destûra nû ya Sûrî careke din dest pê dikin.
Lê dîsa hebûna gelê Kurd tê înkar kirin û hewl didin van xebatan beyî nûnertiya Kurdan bidin meşandin.

Nûnerê NY Pedersen diyar kir ku pîvana bingehîn wê serwerî, yekparebûn û serxwebûna Sûriyê be, lê QSD’ê cihê xwe tê de nagire.

Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî jî got:
Heta naskirineke fermî ji bo herêmên wan neyê diyarkirin, ew ê ji wê bi paşde venegerin.

 

Careke din bêyî beşdarkirina nûnerên rasteqîne yên Sûrî hewildanên avakirina distureke nû ji bo Sûriyê tên kirin.

Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî yê ji bo Sûriyeyê Geir Pedersen der barê hevdîtinên Komîteya Destûra Sûriye de li navenda NY ya li Cenevreyê ji çapemeniyê re axivî.

Geir Pedersen diyar kir ku “civînên komîteyê wê di 30’ê Cotmehê de li Cenevreyê bi rengekî fermî dest pê bikin.

Pedersen anî ziman ku wê kombûna komîteyê ji bo siberoja Suriyê gaveke girîng be, lê bi tena serê xwe, şerê li Sûriyê nikare çareser bike.

“PÎVANA BINGEHÎN WÊ YEKPAREBÛNA XAKA SÛRIYÊ BE”

Pedersen da zanîn ku wê xebatên komîteyê li gorî rêziknameyên NY werin meşandin û got:

“Pîvanên bingehîn ên karê destûra nû, wê parastina serwerî, yekparebûna xaka Sûriyê û serxwebûna wê bin.”

Nûnerê Taybet Pedersen di bersiva pirsekê de wiha dibêje, wê di nava vê komîteyê de, Hêzên Sûriya Demokratîk cih negire.

MAZLÛM EBDÎ: EM BÊYÎ HEBÛNA DI DESTÛRÊ DE Û NASKIRINEKE RASTÎN VENAGERIN

Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî jî li dijî vê bertek nîşan da û li ser hesabê xwe yê tiwtterê got:

“Bêyî naskirineke rastîn û nûnertiyeke fermî di Cenevre û Komîteya Destûrî de, em venagerin.”

Ji sala 2011’an û vir ve li Cenevreyê û gelek deverên din, bêyî tevlîbûna Kurdan bi dehan civînên girtî û vekirî hatin encamdan.

Lê ji ber nûnerên rasteqîn yên gelên Sûrî di van civînan de nehatin beşdarkirin, bû sedema ku ev cîvîn hemû bê encam bi dawî bibin.

Leave a Reply

Back to top button