Fermandariya Navendî ya Amerîkayê CENTCOM’ê ragihand ku duh bi şev êrişek bi moşekan li dijî bargeheke hêzên amerîkî ya li Bakur û Rojhilatê Sûrî pêk hatiye.
Fermandariya amerîkî eşkere kir ku êriş li dijî navendeke Koalîsyona Navneteweyî ya li Bakur û Rojhilatê Sûrî çêbûye, lê tiştek ji hêzên wan nehatiye.
Têkildarî heman mijarê, Koalîsyonê piştrast kir ku bargeheke wan li Dêra Zorê bi 2 moşekan bûye amranca êrişekê.
Koalîsyonê di daxuyaniya xwe got ku êrişên bi vî rengî, hêzên koalîsyonê û xelkê herêmê dixe metirsiyê û ewlekarî û aramiyê têk dibe.