HPG: Li Heftenînê dagirkerek hate cezakirin

HPG’ê ragihand li herêma Heftenînê kepçeyeke dewleta Tirk hate rûxandin û operatorê wê jî hate kuştin.

Derbarê çalakiyê de Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê daxuyaniyek da û ev agahî parve kir;

“Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Xabûrê de li herêma Heftanînê;

8’ê Mijdarê li Geliyê Pisaxa, li quntara Girê Hêlizê, hêzên me bi rêbaza sabotajê li kepçeyeke dagirkeran xistin ku dixwest ji bo dagirkeran rê çêbikin. Di encama çalakiyê de kepçeyek hate îmhakirin, operatorê kepçeyê hate cezakirin.”

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê nasnameya gerîlayên bi navê Nûman Amed û Çekdar Zîlan ku 30 Cotmeha 2021 li herêma Heftenînê şehîd bûne jî eşkere kir.

HPG’ê ji malbatên gerîlayên şehîd û gelê Kurdistanê yê welatparêz re sersaxî xwest.

https://anfkurdi.com/kurdistan/hpg-li-heftanine-kepceyek-hate-imhakirin-operatore-we-hate-cezakirin-148623

Back to top button