Meclisa Leşkerî ya Dêra Zorê Ehmed Xibêl “Ebû Xewla” ji erk girt

Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê piştî erêkirina Meclisa Leşkerî ya QSD’ê, Ehmed Xibêl “Ebû Xewla” ji erkê fermandariyê dûr xist.
QSD’ê got ku Ehmed El-Xibêl gelek sûc kirine û ji hêla Dozgeriya Giştî ve hatiye girtin.

QSD got,

“Piştî şopandinê, rapor û giliyên şêniyan, li gorî fermana binçavkirinê ya ku Dozgeriya Giştî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê daye, Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê bi erêkirina Meclisa Leşkerî ya QSD biryar da ku Ehmed El Xebîl ji erka wî ya fermandariya meclisê dûr bixe.

Ji bilî Ehmed El Xebîl, 4 endamên din ên meclisê ku destê wan jî di wan sûc û zêdegaviyan de hebûn, ji erk hatin dûr xistin.”

El Xebîl, gelek sûc û zêdegavî kiribûn, bi aliyên derve yên dijberî şoreşê re hevkarî dikir û li dijî şêniyan sûc kir, bazirganiya hişbirê dikir û rewşa ewlehiyê xirab bi rêve dibir.

Her weha di zêdebûna tevgerên şaneyên DAIŞ’ê de jî rol dilîst.

Erka xwe ji bo berjewendiyên xwe yên şexsî û malbatî bi kar dianî.

Bi vê yekê rêziknameya QSD’ê binpê dikir.

Back to top button