Pêngava hişyarkirina ji narkotîkê li Minbicê berdewam e

Pêngava hişyarkirinê ku Nivîsgeha Kombûna Jinan a Minbicê li hember narkotîkê dest pê kiriye, li bajêr berdewam e.

Nivîsgeh ji pêngavê armanc dike ku civakê ji neyîniyên narkotîkê bide nasandin.

Pêngav di nava kampan de dewam dike û li dibistana Mistefa El-Bekar bi malbatên xwendekaran civîn hat li darxistin.

Berdevka Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê Ibtîsam Ebdulqadir axivî û got: “Divê civak bibe yek da ku xwe ji vê diyardeya xeter biparêze ji ber ku dibe sedema wêranbûna civakan.”

Piştre endama Komîteya Tenduristiyê Sîham Ehmed jî diyar kir ku bikaranîna narkotîkê bandorên xerab li bedena mirov dike.

Endama Meclisa Edaleta Civakî ya Minbicê Esala El-Axa jî got: “Divê hevkariyeke xurt di navbera şêniyan û Hêzên Asayîşê de hebe, da ku di zûtirîn dem de civak ji vê narkotîkê xelas bike.

Back to top button