Beşdar Hesen: Gelê Kurd wê xiyaneta PDK’ê qebûl neke

Li dijî êrişên dagirkeriyê û hevkariya PDK’ê bertekên li başûrê Kurdistanê zêde dibin.
Parêzer û siyasetmedaran ji PDK’ê xwestin ku nekeve xefka dewleta Tirk û şaştiyeke dîrokî neke.
Şandeya Aştiyê ya Kurdistanê jî ku li başûr hevdîtinan dikin, diyar kirin ku divê dagirkeriya Tirkiyê bê rawestandin.

Li başûrê Kurdistanê çalakî û nerazîbûnên li dijî êrişên dewleta Tirk û hevkariya PDK’ê her diçe zêde dibe.

Parêzer Beşdar Hesen anî ziman ku eger PDK hewl bide êrişî gerîla bike, wê dîrokê de rûreş bibe û gelê Kurd wê vê yekê qebûl neke.

Beşdar Hesen ji PDK’ê xwest ku nekeve xefa dewleta Tirk û şaştiyeke dîrokî neke.

Felah Selah: Kesê alîkariya dewleta Tirk bike xayîn e

Çavdêrê Siyasî Felah Selah jî da zanîn ku çi kesê alîkariya dijminê gelê Kurd bike wê navê wî di dîrokê de xayîn were nivîsandin.

Şandeya aştiyê a Kurdistanê: Divê em dagirkeriyê rawestînin

Şandeya aştiyê ya Kurdistanê jî ji 6’ê Hezîranê de ji bo rê li êrişên dewleta Tirk ên li ser Başûr, Rojava û Bakurê Kurdistanê bigrin, li Başûrê Kurdistanê hevdîtinan dikin.

Şande destpêkê çû Hewlêrê û bi piraniya partiyên siyasî, parlamenter, nûnertiya HDP’ê ya li Başûr, PYD, Nûnertiya Bakur û Rojhilatê Suriye, rewşenbîr û kesayetan re civiya.

Derbarê kar û xebata şandeyê yek ji endamê şandeyê Salar Basîr ji Rojnews re axivî.

Salar da zanîn ku şandeya wan şandek aştiyê ya dijî dagirkeriyê, bi taybet jî dijî dagirkeriya dewleta Tirkiyê ne.

Salar Basîr got;

“Em nûnertiya zêdetirî 100 rêxistinên li cîhanê dikin, me li vir gelek civîn û hevdîtin pêkanîn.

Emê bi zimanên cûda gelek rapor amade bikin û pêşkêşî rêxistinan bikin. Raporên me xwedî girîngîne û wê bigihijin NATO’yê jî.”

Li ser armanca hatina şandeyê ya ji bo Başûrê Kurdistanê serokê şandeyê Danîel Kopp jî dibêje ew nûnerê Rêxistina Pêşketî ya Navnetewiye û got;

“Em ji bo lêkolînkirina metirsiya êriş û dagirkeriya dewleta Tirk ya li ser Başûr, Bakur û Rojavayê Kurdistanê hatine.”

Kopp diyar kir Tirkiye endamtiya xwe ya NATO’yê weke firsend bikartîne û got;

“Divê em Tirkiyê rawestînin, rapor û belgeyên li vir emê ji bo raya giştî eşkere bikin û emê bikarin bibin bersivek dijî vê dagirkeriyê.”

Back to top button