Di êrişa li eyaleta Maryland de, 3 kes hatin kuştin

Di nava demê dawiyê de, li DYA rojane êrişên biçek pêk tên.
Li eyeleta Maryland a Amerîkayê di febrîqeyekê de êrişek biçek pêk hat.
Di encamê de 3 kes hatin kuştin û gelek jî birîndar bûn.
Rêveberiya DYA dixwaze bi qanûna çekên niv-otomatîk yên li welat qedexe bike.

Li bajarê Smîthsburgê yê eyeleta Maryland a Amerîkayê di febrîqeyekê de êrîşeke çekdarî pêk hat.

Li gorî kanala ABC News kesê gumanbar dikeve febrîqeyê û bi demançeyê nîvotomatîk guleyan direşîne.

Hat diyarkirin ku êrîşkarê 23 salî, 3 kes kuştiye.

Li gorî çapemeniya Amerîkî, di êrîşê de polîsek û êrîşkar jî di nav de gelek kes birîndar bûne.

Têkîldarî sedema êrîşê heta niha ti agahî nehatine dayîn.

Endamê Demokrat ya Marylandê Davîd Trone di Meclîsa Nûneran de wiha got:

“Dîsa ji bo Amerîka rojeke zehmet.”

Trone ji kanala CBS News re axivî û wiha got:

“Divê em şerm bikin ku ewqas sal in, em neketine nav lîv û tevgerê.”

Li gorî Rêxistina Gun Violence Archive ku êrîşen çekdarî ên rojane û qurbaniyan qeyd dike, ji despêka salê heta doh bişev, 8 hezar û 500 kes bi êrîşên çekdarî jiyana xwe ji dest dane.

Meclisa Nûneran a DYA temenê kirîna çekên ferdî yên nîvotomatîk derxist 21’ê

Di çarçoveya bangawaziyên ji bo “reforma çekan” ku piştî gulebarana dawîn a li Buffalo û Uvalde yên DYA’yê pêk hatin, Kongreyê gav avêt.

Meclisa Nûneran a Amerîkayê pêşnûmeqanûnek ku temenê kirîna çekên nîvotomatîk li vî welatî ji 18 bo 21 salî pejirand.

Pêşnûmeya ku hema hema hemû Demokrat û beşek ji Komarîyan piştgirî dayê, bi 228 dengên “erê” li hemberî 199 dengên “na” hat qebûlkirin.

Serokê DYA Joe Biden, di axaftina xwe ya hefteya borî de ji gel re, banga qedexekirina çekên nîv-otomatîk li welêt kir.

Biden gotibû ger hûn nikarin bi giştî qedexe bikin jî temenê kirînê bikin 21 salî.

Li gorî daneyên Saziya Tenduristiyê ya Amerîkayê CDC (Navenda Kontrolkirin û Pêşîlêgirtina Nexweşan) li welêt di sala 2020’an de herî kêm 45 hezar û 200 kes ji ber gulebarana bi çekan mirin.

Di rewşa heyî de li Amerîkayê di destê welatiyan de bêtirî 390 mîlyon çek hene.

Back to top button