Rojevek serek ya Rêveberiya Xweser malbatên DAIŞ’î yên di destê wan de ne. Îro Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî ji Ronahî TV re ragihand ku wan 7 zarokên ku eslê xwe Siwêdî ne û di nava DAIŞ’ê de bûn rasdestî şandeya Siwêdê kir.
Şandeyeke ji aliyê wezareta karên derve ya Siwêdê ku ji 3 kesan pêk dihat ji bo wergirtina 7 zarokên xwe yên di nava DAIŞ’ê de di Deriyê Sêmalkayê de hatin Rojava.
Zarokên Siwêdê xwişk û bira ne û bavê wan li Sûriyê hatibû kuştin.
Şandeya Siwêdê ji aliyê nûnerên Rêveberiya Xweser ve hat pêşwazîkirin.
Di navbera şandeyê û nûnerên Rêveberiya Xweser de nîqaş li ser mekanîzmeya radestkirinê hatin kirin.
Paşê jî 7 zarok radestî şandeya Siwêdê hatin kirin.
Her du aliyan dûrî çapemeniyê belgeyên radestkirin û wergirtinê îmze kirin.