Emîne Osê: Rêveberiya Xweser xebatek diplomatîk pêk tîne

Cîgira Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser Emîne Osê diyar kir ku Rêveberiya Xweser li hemberî plana Tirkiyê a guhertina demografîk xebateke diplomatîk pêk tîne.

Cîgira Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser Emîne Osê li ser plana Tirkiyê a guhertina demografîk ji ANHA’yê re axivî.

Emîne Osê dibêje ku armanca dewleta Tirk ji vê planê derxistina tevliheviyê li herêmê û berfirhekirina dagirkeriya wê ye.

Emîne eşkere kir ku Rêveberiya Xweser ji bo têkbirina vê planê di nava xebatê de ye û got: ”Rêveberiya Xweser ne li dijî vegera penabera ye.

Rêveberî li dijî guhertina demografiya li herêmê ye.

Ji bo wê jî rêveberî bi rêya nûner û têkiliyên xwe yên diplomatîk bi hemû hevalbendên xwe hişyarî ji xeteriya vê projeyê nîşan dide.”

Emîne piştrast kir ku ew amade ne li planên ku dê Sûrî parçe bike yan tevleheviyê di nava pêkhateyên gelê Sûriyê de derxîne, bisekin in.

Back to top button