Şêniyan herêmê bertek nîşan êrişên domdar ên dewleta Tirk da û got:”Em dê li hember komployên hovane yên ku Erdogan wan plan dike, xwe bikin mertal.”
Şêniyên Kobanê jî nerazîbûna xwe nîşan dan û diyar kirin ku dewleta Tirk di şexsê jinê de, dixwaze desteftiyên me tune bikin û gotin: Em ê heta dawiyê li ser xeta şehîdan bin.